Hikûmet dixwaze hijmareke zêde ya çavnêrên biyanî piroseya dengdanê bişopîn in

Hewlêr-KDP.info/ Bi aramnca çewaniya beşdarîkirina çavnêrên biyanî di şopandina pirosesa hilbijartinên parlamentoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê de, Hikûmetê xwst hijmareke zêde ya çavnêrên biyanî piroseya dengdanê bişopîn in.
Duh li bajarî Hewlêrê, komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan civîneke berfireh amade kir ku, tê de Serbest Mistefa serokê komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, diplomatkarên biyanî û rojnamevanên biyanî û navxaweyî amade bûn.
Di destpêka civînê de, Serbest Mistefa serokê Komisyonê di axaftina xwe de got ku, hemû amadekarî ji bo encamdana hilbijartinan bi awayekî pêşkeftî hatine kirin û Komsyon li ser wê yekê ku, hilbijartin di dema xwe ya diyarkirî de (30.04.2014) bên kirin bi Îsrar e. Wî got ku, dengdan bi rêya kartên elektironî ye û bi wê metodê jî rê li pêşiya saxtekariyê tê girtin.
Serokê komisyona bala got ku, li sertaserî Îraqê 7964 bingeh ji bo dengdanê hatîne destnîşan kirin, bingehên tyabet ji bo rojnamevanan, çavnêran û hêzên navxwe, sopa û pêşmerge hatine diyar kirin, li 19 welatên biyanî jî bingehên dengdanê tên vekirin.
Serbest Misetfa got jî ku, 1249 çavnêrên biyanî û 278 mediya navdewleyî û 1325 mediya navxwe dê pirosesa dengdanê bişopîn in.
Piştre Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di axaftinekê de behsa giringiya hilbijartinan kir û got: ”Em ber bi hilbijartinek giring diçin û ew hilbijartin rêya êkaneye ji bo encamdna guhertinan li Îraqê û ji bo serxistina pirosesa demokrasiyê li Îraqê ye.
Felah Mistefa got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi pirosesa demokrasiyê li Îraqê pabend e û bawerî bi sîstema demokrasiyê heye, hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze hijmareke zêde ya çavnêrên biyanî û navxweyî beşdariyê di şopandina pirosesa dengdanê de bikin û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê û bi taybetî fermangeha têkeliyên derve amadeya hevkariyê bi komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan ra bike.
Her di civînê de, Ebdula Xeylanî li ser navê wezareta nevxwe ya hikûmeta Kurdistanê behsa amadekariyên wzareta navxwe yên di warê amadekirina pilana emnî ji bo roja dengdanê kir û got ku, wezareta navxwe pilaneke gelek baş ji bo parastina lokalên dengdanê amade kirye da ku hemû hevwelatî bikarin di atmosferek azad û aram de dengê xwe bidin.




