26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerên şevê din yên Silêmaniyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Şevê din avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrişa çekarî hat, û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser bûyê peyamek belav kir; ev jî tekesta wê ye:

Îşev li ber avahiya Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bûyerek nexweş çêbû. Em wê bûyerê wek hewlekî bo têkdana atmosfera demokratîk ya Kurdistanê dibînin, ji ber wê jî ev bûyer karê pilankirî yê ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê nîne.

Em hemû aliyekî piştrast dikin ku rewş bi temamî hatiye kontrolkirin û saziyên ewlehiyê,Polîs û Asayişê, yên Silêmaniyê bo lêkolînkirina derbarê bûyerên han de hatine erkdarkirin. Baweriya min jî bi şiyana saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê heye ku bikarin bûyerên îşev lêkolîn bikin û ewlehiya xelkê hêja yê Silêmaniyê biparêzin.

 Ji ber wê jî, em daxwaz ji hemû aliyan bi taybet ji PDKê dikin ku li ser xwe bin û bi awayekî aram û bawerî bi saziyên ewlehiyê yên hikûmetê tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

19/04/2014

 

Nûçeyên têkildar