Taner Yildiz: Petrola Kurdistanê dikeve bazara cîhanê

Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz di civîneke çapemeniyê de behsa serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û firotina petrola Kurdistanê bo bazara cîhanê kir û wiha axifî:"Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û civîna wî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gelekî erênî birêve çû."
Yildiz bibîr xist ku berî niha Wezîrê Petrola Iraqê Ebdulkerîm Luxêbî serdana Tirkiyê kiriye û wiha pêde çû:"Rojane nêzîka 100 hezar petrola Herêma Kurdistanê tê hinardekirin û dahata-hatina wê jî diçe ser budceya Iraqê."
Yildiz wiha dirêjî bi axaftina xwe da: " Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî li ser şandina petrola herêmê kar dikin. Eger rêjeya hinardekirina petrola herêmê zêdeyî 100 hezar bermîl be, ya ji sedî zêdetir dibe dahata Herêma Kurdistanê. Em hemû dizanin ku evna pirsgirêkeke navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Evna jî yek ji wan rêyan e ku bandorê li normalbûna rewşa ewlekariyê û dahata İraqê dike."
Herwiha Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz axaftina xwe wiha qedand: "Aramî li navçeyê gelekî girîng e. Her roj di manşetên rojnameyên me de kuştina bi dehan Iraqî belav dibe. Lê petrola Herêma Kurdistanê li bazara cîhanê dibe xwediyê cihekî girîng."




