26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

BDP’ê tevlî HDP’ê dibe

Çavkanî: KDP.info
Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu ragehand ku di mesela tevlîbûna BDP’ê bo nav HDP’ê de herdu partiyan lihev kirine û wê di demeke herî nêzîk de evna pêk were.

 

Kurkçu îdîa kir ku HDP di vê pêvajoya nûde hemû Tirkiye û cihanê eleqedar dike û got: "Emê bibin bijarteya hemû civakê ya dahatû. Di vê mijarê de em gihan fikrekî hevbeş. Em pêngaveke dîrokî diavêjin."

 

Parlementerên BDP û HDP’ê derbarê tevlîbûna BDP’ê bo nav HDP’ê li navenda Giştî ya BDP’ê hatin ba hev.

 

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku wê di parlamentoyê de koma HDP’ê çêbikin û wiha axifî: "Evna mijareke ku demeke dirêj e tê nîqaş kirin û me pêngaveke nû avêtiye."

 

Nûçeyên têkildar