26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêxistinên civaka sivîlî dilgiranîya xwe ji hatina Supayê Iraqê bo devera Zumar derbirîn

Çavkanî: KDP.info

Grûpa Şeş ku ji çend rêxistinên civaka sivîlî pêkdihê, li hember hatina hêzên Iraqê bo deverên dabrayî û vekşandina evê hêzê beyannameyek belav kir.

Di beyannameyê de hatîye, ku li hember rewşa herêma Kurdistanê û vekşandina supayê Iraqê, Grûpa Şeş ku ji çend rêxistinên civaka sivîlî pêkhatîye daxwaza yek helwêsta hêz û alîyên Kurdî û nûnerên Kurda li Baxdadê dikin, herweha daxwaz dikin ku serokê komara Iraqa fedral bêdengîya xwe bişkîne û helwêsteka eşkere û kurdewarî rabighêne.

Di pişkeka dinê beyannameyê de piştivanîya xwe bo bêjedana û helwêsta serokê herêma Kurdistanê derbirîn û belav kir ku daxuyanîya serokê herêma Kurdistanê û hesengandina evê rewşê bi başî tê zanîn.

Nûçeyên têkildar