26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efrîn, 60 hezar kes xwepêşandanek bo piştivanîya yekgirtina helwêsta Kurdî saz kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî roja yekşemê nêza 60 hezar kesî li bajêrê Efrînê rijîn ser şeqaman û xwepêşandanek bo piştivanîya Desteya bilind a Kurdî encam dan.

Wek tê xuyakirin, ku piştî "Ragihandina Hewlêrê" ya ku li bajêrê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê di bin serepereştîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê hatîye encamdan, hemû alîyên sîyasî li hev kirin û Desteya bilind a Kurdî pêkanîn.
Ev Desteya han jî  daxwaza hevwelatîyên Kurd kirin ku roja yekşemê derkevin xwepêşandanan bo piştivanîya evê Desteyê û yekgirtina helwêsta Kurdên rojavaya kurdistanê.

Nûçeyên têkildar