Nêçîrvan Barzanî û Erdogan peywendiyên Hewlêr û Enqereyê gotûbêj kirin

Duh, 16.04.2014, Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel de li Enqereyê ji aliyê Receb Teyib Erdogan ve hat pêşwazî kirin.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ku her yek ji Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Îmad Ehmed, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî û berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û her yek ji Wezîrê Enerjiyê yê Tikriyê Taner Yildiz û şêwêrmendê Wezîrê Derve Sînîrlî Oglo û hejmarek berpirsên din ji aliyê Tikriyê ve amade bûn, çendîn pirsên taybet bi têkiliyên navbera Tikriyê û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê hatin gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serkrftina AKP di hilbijartinên herêmî de li Tirkiuyê li Serokwezîr Erdozgan pîroz kir, herwiha Erdogan spasî û pêzanînên wxe pêşkêşî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kirin.
Herwiha di civînê de her du aliyan tekez li ser wê yekê kirin ku hemû asankarî bên kirin da ku rêjeya bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistan û Tikriyê de hemû waran de berfereh bibe.
Herwriha rewşa navxweyî ya Iraqê û pêşhatên navçeyê bi giştî û pirsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Kurdistanê tewerekî din yê civînê bûn.
Ji aliyek din ve Erdogan û Barzanî behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û tekezî li ser çareserkirina wan ankokiyan bi rêya diyalogê jî kirin.
Piştî bidawîhatina civînê şanda Herêma Kurdistanê vegeriya Hewlêrê.




