Qeyrana Sûriyê mijareke hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Amerîka li Iraqê bû

Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Robert Steven Bekiroft Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraqa Federal û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî û serbaziyên Iraqê bi giştî û parêzgeha Enbar bi taybetî xistin ber behs û çareseriyên qeyrana siyasî û rewşa nebaşa emnî hate nirxandin û Balyozê Amerîka li Iraqa Federal nîgeraniya xwe ya di derbarê bi qeyrana siyasî û têkçûna rewşa emnî li Iraqê û bi taybet parêzgeha Enbar bi Serok Barzanî ragihand.
Her li vê hevdîtinê de di derbarê hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û bandora vê hilbijartinê li ser guherîna nexşeya siyasiya Iraqê guftûgo kirin û her dû alî hêvî xwest encama hilbijartinan bibê sedema vekirina girêyên kur û dawî hatina tengasî û qeyranên Iraqê.
Pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




