Azîzî: Hêrişa PYDê ya nalojîkî ser Herêma Kuistanê tenê bo veşartina şikestina siyaseta wan yan şaş e

Hewlêr-KDP.info/ Mamostayê zankoya Selahedînê dr. Kawa Azîzî tekez kir ku hêrişa PYDê ya nalojîkî di rêya ragehandinê de, ser Herêma Kuistanê û kesayetiyên herêmê, tenê bo veşartina şikestina siyaseta wan yan şaş e.
Azîzî got: " Birayê me li Herêma Kurdistanê ji roja yekê ve, şîret li me kirin ku em tevlî şoreşa Sûriyê bibin, lê bi awayekî aştiyane, û em ji çek dûrkevin, lê PYDê wek alîgirê rêjîmê derket, û dijî hevwelatiyên Kurd û azadiya wan kar kir."
Dr. Kawa Azîzî amaje bi gotina Serok Barzanî kir ku dibêje: " Aliyek heye xwe bi rêjîmê ve girêdaye û bi çek destê we daniye ser Rojavayê Kurdistanê."
Herwiha derbarê kolandina xendeqê li ser sînorê herêmê û Rojava û hêrişa PYDê ser Herêma Kurdistanê, Azîzî dibêje: " Ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku parêzgariyê li sînorê xwe bike û hevwelatiyên xwe biparêze, parastina asayîşa herêmê û hevwelatiyan karê herî giringe yê hikûmetê, û ew nerazîbûna PYDê li ser kolandina xendeqê detêwerdaneke bê wataye bo nav karûbarê herêmê."




