Alîgirên rêjîmê li Qamişloyê xwepêşandan kirin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info/ Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya parêzgarê Hesekê, Ehmed Zehal El-Elî, alîgirên Partiya Baasê xwepêşndanek bo piştgiriya Beşar Esed, lidar xistin.
Li gor peyamnêrê KDP.info li Qamişlo, duh sêşemê alîgirên Partiya Baasê bi alên rejîma Sûriyê û Partiya Baasê û bilind kirin û sologanên "Bi can bi xwîn em bi tere ne Esed, Esed hêviye û her bijî Partiya Baas" li bajarê Qamişlo xwepêşandan kirin.
Di xwepêşandana bo piştgiriyîkirina Beşar Esed de, parêzgarê Hesekê, Ehmed Zehal El-Elî jî amadebû, û xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin.
Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya mehekê de evna 4’emîn care ku alîgirên Partiya Baasê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derdikevin û xwepêşandanan dikin bo piştgiriya xwe bo Partiya Baasê û serokê wê Beşar Esed.




