26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Tirkiyê zêdetirî 900 hezar penaberên Sûriyê dijîn

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Rêveberiya saziya rewşa awarte ya serokwezîrtiya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li Tirkiyê tevî 224 hezarên penaberên Sûriyê yên ku li kampan dijîn, zêdetirî 900 hezar penaber li Tirkiyê dijîn.

 AFAD di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku piraniya penaberên Sûriyê yên ku li derveyî kampan dijîn, li bajarên nêzîkî sînorê Sûriyê dijîn.

 Herwiha li gor komsyona penaberan, ku heyva çû ragehandibû, ku di nîsana 2014an zêdetirî milyonek penaberên sûrî navê xwe li Libnanê tomar kirine.

 Hêjayî gotinê ye, di nava penaberên Sûriyê de, nêzîkî 600 hezar penaber li Urdunê û zêdetirî 250 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene.

 

 

Nûçeyên têkildar