Asayîşa PYDê 13 endamên PDK-Sûriyê girtin
__2014_04_16_h10m35s33__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info/ Asayîşa Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) duh 13 endamên Partiya Demoqrat a Kursistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser sînorê di navbera Rojava û Herêma kurdistanê de li gundê Girbalat, dema ku ji herêma kurdistanê vedigeran, girtin.
Endamê mekteba siyasî ya partiya (PDK-S) Mustefa Cima ji KDP.info re ragihand: " Êvara îro 13 endamên Partiya Demoqrat a Kurdistanê-Sûriyê dixwestin herin Rojavayê Kurdistanê, lê ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin girtin."
Mustefa Cima got jî: " Ew 13 endamên PDK-Sûriyê bê sebeb ji aliyê PYDê ve hatine girtin, tenê dixwestin vegerin bo Rojavayê Kurdistanê."




