Nêçîrvan Barzanî û Erdogan îro li Enqereyê dicivin

Li gor malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê, Samî Ergoşî sekreretê rojnamevanî yê serokwezîrê herêma Kurdistanê gotiye: Îro roja çarşemiyê 16ê nsana 2014ê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê li ser vexwandina Receb Teyîb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê dê serdana Enqereyê bike û digel mezine berpirsên wî welatî bicive.
Ergoşî got ku, serokwezîrê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiyeyê dê di civîna xwe de pêşxistina têkeliyên êkonomî, bazirganî û pirsa vekirin aderiyên nû li ser tixûb û hevkarî û hevbeşiya di warê enerjiyê navbera Hewlêr û Enqereyê de gotûbêj bikin. Herwesa rewş û pêşhatên nû yên herêmî jî dê di civînê de bên nirxandin.




