Komîteya şopandin û vekolînê: PYDê li pişt revandina 8 fermandarên Kurdên Rojava ne

Hewlêr-KDP.info/ Komîteya şopandin û vekolînê bo naskirina çarenivîsa 8 fermandarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ragehand ku ji wan re derketiye ew fermandar di dema ku dixwestin sînorê Herêma Kurdistanê derbaskin û berî ku herin nav herêmê ji aliyê asayîşa PYDê ve hatine winda kirin.
Berî nêzîkî salekê 8 fermandarên Kurdên Rojava ji rejêma Sûriyê veqetiyan û dixwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, lê li ser sînorê Herêmê û Rojava ku di bin destê PYDê de ye, ew fermandar winda bûn û heta niha jî ti aliyekî berpirsyaretiya girtina wan li xwe negirtiye.
Di beyannameykê de ku beşek jê gehiştiye KDP.info, Komîteya şopandin û vekolînê bo naskirina çarenivîsa wan 8 fermandarên Kurdên Rojavayê Kurdistanê encamên vekolîna komîteya xwe belav kirin û di beyannamyê de hatiye ku "Ew 8 fermandar sînor derbas nekirine û neçûne nav Herêma Kurdistanê".
Herwiha di beyanameyê de hatiye ku " Revandina wan 8 fermandaran bi rêya pêlanekê bû û çend alî têde beşdarinm, û ew aliyê ku bi hemahengiyê rabibû ku (El-Partî bû) û gotibû ku dê pêşwaziyê li wan bike, ji berpirsiyaretiya xwe reviya û dibêje ku hayê wan ji vî tiştî nîne."
Di beyannameyê de hatiye ku " Hemû belge û şehadet tekez dikin ku ew fermander berî ku sînorê Herêmê û Sûriye derbas bikin, ji aliyê asayîşa PYDê ve hatine girtin."




