Amerîkayê: Çareseriya li Sûriyê bi leşkerî nabe

Ajans-KDP.info/ Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê û rawêjkarê paye bilind yê karûbarê Sûriyê bi tundî êrişî serokê Sûriyê Beşar Esed kir û teqez kir ku çareseriya li Sûriyê bi leşkerî nabe.
Idgar Faskîz bi daxuyaniyekê ji rojnameya Beyan a Îmaretî re ragihand: "Tawanên Beşar çekdarên biyanî dikşîne. Her weha teqez kir ku çareseriya li Sûriyê bi eskerî nabe û bang li Rûsiyayê kir ku fişarekê zêde bixe ser rêjîma Esed."
Faskîz berdewam kir û got: "Em li ser dîtina çareseriyeke siyasî ku şer li Sûriyê bi dawî bike kar dikin, çi dibe bila bibe divê em bighên wê qonaxê ku em xwîna li Sûriyê dirêje rawestînin, em vê yekê îro berî sibe dixwazin. Lê rastî jî ewe ku çareseriya dîplomasî tenê dikare şer bi dawî bike."
Berdevkê wezareta derve yê Amerîkayê cext li wê yekê jî kir ku di berjewendiya Rûsyayê de ye ku kar bo bidawîkirina şerê li Sûriyê bike, berya demeke dirêje me gotibû ku Esed meqnetîza terorê ye.




