PDK: Ew kesên hatine enfal kirin tawana wan Kurd bûn e

Civata Serokayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi helkefta 26 saliya prosesa Enfalê peyamek belav kir û diyar kir ku Ew kesên hatine enfal kirin tawana wan Kurd bûn e.
Civata Serokayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi minasebeta 26 saliya prosesa reş ya Enfalê peyamek belav kir.
Civata Serokayetiya PDKê di destpêka peyama han de xwe bi hevparê xem û keserên kesûkarên enfalkiriyan dizane û dibêje em hevparê xem û keserên kesûkarên enfalkiriyên Kurdistanê ne, prosesa reş ya enfalê di sala 1988an de destpê kir û di encam de zêdetir ji 182 hezar welatiyên Kurd yên bêtawan ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve hatin enfalkirin.
Tawana tevahiya wan welatiyên han ev bû ku Kurdin, rejîma dîktator ya Besê 182 hezar zarok, jin, kal û welatiyên bitemen yên Kurd jiber Kurdbûnê ji Kurdistanê weguhast û bire Başûrê û naverasta Îraqê û di nava gorên komî de enfal kir.
Em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê li hember Şehîd û enfalên Kurdistanê serê xwe ditewînin.




