26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Termê Kemal Mihemed Ezîz Zirarî hat veşartin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî jiyana xwe ji dest da û li gundê wî hat veşartin.

 Duh duşemê, termê pêşmergeyê herdu şoreşê Eylûl û Gulanê û şofêrê taybet ê Mela Mistefa Barzanî, Kemal Mihemed Ezîz Zirarî ku roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, gihîşt Kurdistanê.

 

Di merasîmeke taybet de, li firokxana Hewlêrê, her yek ji Dilşad Barzanî û Sîdad Barzanî bi nûneratiya Serok Barzanî, parêzgahê Hewlêrê Newzad Hadî, berpirsê liqê 16 yê PDKê, Teha Berwarî berpirsê nivîsingeha cêgirê serokê PDKê û hijmarek mezin ji berpirsên hizbî û hikûmî û kesûkarê xwedê jê razî, pêşwazî li termê Kemal Mihemed Ezîz Zirarî kirin.

 

Termê Zirarî li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Hewlêr, komek rayedarên hikûmet û partiyên siyasî ve hat pêşwazîkirin û paşê li zêda wî li gundê Kopalê yê devera Zirareta Hewlêrê hat definkirin.

 

Kemal Mihemed Ezîz Zirarî, sala 1933an li gundê Gopalê yê devera Ziraretê ya Hewlêrê ji dayik bûye û di temenê 15 salî de çûye eskeriya Iraqê lê piştî şoreşa Tîrmeha 1958an, Mela Mistefa Barzanî dema ji Sovyetê vedigere wî jî bi xwe re tîne Kurdistanê.

 

Kemal Zirarî ji sala 1967an ve heta sala 1975an şofêrtiya Barzanî dike.

Şofêrê Barzanî sala 1989an bi nexweşiyeke giran dikeve û bo dermankirinê diçe derveyî welêt lê roja 4ê Nîsana îsal li Swêdê jiyana xwe ji dest dide.

 

Nûçeyên têkildar