26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulxaneya Bulgaristanê nêzîk dê li Hewlêrê bê vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KRG.org/ Bi armanca xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên aborî navbera welatê Bulgaristanê û herêma Kurdistanê de, li bajarê Hewlêrê duh roja yekşemiyê 13 nîsanê, Karson Demetriyêv cîgirê wezîrê aborî û samanên xwezayî yê hikûmeta Bulgaristanê bi serokatiya şandeyeke bazirganên wî welatî serdana wezareta darayî û aboriya herêma Kurdistanê kirin û ji aliyê Bayîz Talebanî wezîrê darayî û aboriyê herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin. 

 Di civînekê de behsa hatina şirket û kompaniyên bulgarî bo herêma Kurdistanê ku, di warê cuda de kar bikin û sermayeyê xwe birazînên hat kirin û Talebanî got ku, ew amadene hemû alîkarî û hêsankariyan bi wan şirket û kompaniayn re bikin.

 Vekirina konsulxaneya Bulgaristanê li Hewlêrê ku, biryare di demek herî nêzîk de bê vekirin, mijareke din a civînê bû û her du alî di baweriyê de bûn ku, vekirina konsulxaneya Bulgaristanê li Hewlêrê dê bibe hokarê zêdetir pêşketina peywendiyên di hemû waran de.

 

Nûçeyên têkildar