26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Niha baştirîn dem e ji bo serxwebûnê

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku eger bixwazin bi Iraqê ve bimînin ji konfederaliyê kêmtir bi tiştekî razî nabin û serxwebûn jî mafê xwezayî yê gelê Kurd e.

 

Serok Barzanî di bernameyê (Bi Serahe-Bi Rastî) yê televizyona SkyNews a Erebî de, got: ‘’Serxwebûn mafê xwezayî yê gelê Kurd e, wek her miletekî, lê kengî nayê zanîn? Herçiqas niha maqûltirîn dem e bo serxwebûnê û hemû derfet li ber dest in, lê Kurd dizanin çawa tevbigerin, gelek aliyên Erebam ji me fam kirine û îhtiramê digrin.’‘

 

Serok Barzanî wiha axifî: ‘’Kurdên Iraqê ji her cihekî din zêdetir qurbanî dane, loma jî mafên xwe zêdetir bidest xistine, herçiqas tişta me bidest xistiye gelekî kêmtir e ji mafên me, lê evna jî nayê wê wateyê ku Kurdên parçeyên din rastî qeyranan nebûne, niha Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji her parçeyekî din zêdetir di krîzê de ne. Ne li Sûriyê, ne li Îranê û ne li Tirkiyê jî bi awayekî rast îtîraf bi Kurdan nehatiye kirin, lê vê dawiyê li Tirkiyê hinek pêngav hatine avêtin.’‘

 

Derheqa serxwebûnê de jî Barzanî got: ‘’Divê xeletiya Sykes-Picot were çareser kirin, niha jî baştirîn dem e bo çareserkirina wê pêngava sernekeftî û divê gelên navçeyê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Niha Iraq dabeş û parçe parçe ye, tu peywendiya Kurdistanê û rojavayê İraqê bi navendê ve nemaye, herwiha navend nikare tişta ku li ber destê wê ye jî biparêze, loma dema wê hatiye bi kêmanî konfederalî bidest me bikeve, ji ber federaliyê û rêya niha îspat kir ku ne serkeftî ye bo têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, divê em rêyeke baştir bibînin, ji bo niha jî baştirîn rê konfederalî ye, evna jî dimîne li ser pêbendbûna wan bi destûrê ve.’‘

 

Serokê Herêma Kurdistanê axaftina xwe wiha qedand: ‘’Tişta em dixwazin, ew e ku biryar di destê me de be, biryarê ji hîç paytextekê wernegirin, ne Bexda û ne hîç cihekî din. Ez dilniya me ku serxwebûna Kurdistanê nêzîk e û di destpêkê de jî Başûrê Kurdistanê û li gor rewşê diyar dibe parçeyên din çawa dibin. Em xelkê çiyan e û rêz li çiyayên xwe digirin ku em û ew jî parastine û niha bêrêziyê li beramber dikin.’

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PK) xwast ku berdewam be li ser pêvajoya aştiyê û got, eger di destê wî de ba wî ti xemsariyek ji bo azadkirina Ocalan nedikir.

Mesûd Barzanî di hevpeyivînekê de bi televîzyona Skynewsê ya erebî, ji Ocalan xwast ku li ser piştgiriya pêvajoya aştiyê li Tirkiyê berdewam be heya ku bigehe encamê û ew ji girtîgehê serbest bê berdan.

 

Serok Barzanî diyar kir ku eger azadkirina Ocalan di destê wî de ba ti xemsariyek ji bo azadkirina wî nedikir.

 

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha ji serokê Sûriyê Beşar Esed xwast ku ji bo rawestandina şer û xwînrijandinê di welatê xwe de hemû bizavan bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, diyar kir ku wî hêz û desthilat zeft nekiriye ji ber ku her dem amade ye dest ji desthilatê berde. Barzaî her wiha bang li Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî kir, li gorî destûrê kar bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona erebî ya Sky Newsê ku îşev hat pexşkirin, li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got, em dixwazin hemû partî û aliyên siyasî beşdarî hikûmetê bibin da ku hemû bi hev re li hember arîşeyan bi taybet gendeliyê bisekinin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, her wiha anî ziman ku “wezaretên serekî” dane Tevgera Goran lê ew ne bi zirara YNKê ye.

 

Serok Barzanî, di bersiva pirsa ku dibêjin Barzanî hemû hêz û desthilat zeft kiriye de got, ez her dem amade me dest ji desthilatê berdim bi wî mercî ku valahiya siyasî çênebe û helbet ez bi hilbijartinê bûme serok.

Li ser arîşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî Barzanî ji serokwezîr Nûrî Malikî xwest, li gorî destûrê kar bike û destûrê cî bi cî bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê rêxistinek bûye hevkara rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê, bêy ku navê wê rêxistinê bîne ziman.

 

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî kir.

 

Barazanî got:  “Herêma Kurdistanê Ligel gelê Sûriyê ye û gelek xemgîn e ji xwîna ku tê rijandin, em hêvî dikin ku rijandina xwînê bê rawestandin û derfet ji gelê Sûriyê de peyda bibe, da ku çarenivîsa xwe hilbijêre û biryarên xwe bê destêwerdana derve bide, ev heredm hewlêsta me bû.”

 

Derbarê Rojavayê Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî got: “Niha tenê yek rêxistina Kurdan bûye hevkara rejîmê û bi piştgiriya rejîmê û bi zora çekan dest daniye li ser navçeyê”, herwiha ragihand ku rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye “Destkefteke demkî ye û bi çûna sedemên hebûna wê dê ew jî nemîne.”

 

Herwiha Barzanî got: “Eger rêkrftinek di navbera vê komê û rejîmê de hebe, da ku xwesriyek bo Kurdên li Sûriyê hebe, ez wê wek gavek baş didim zanîn, lê ez bawer nakim ku ti rêkeftina siyasî hebe. Ti agahiya me ji wê yekê nîne ku ti rêkeftina siyasî heye, di nêrîna min de ti rêkeftineke siyasî li ser awayekî ji bo naskirina mafên neteweyî û îdarî yên Kurd li Sûriyê tune ye.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser cudahiya di navbera aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û got: “Di nêrîna min de ew tiştekî ne dirûst bû ku jihev cuda bûn, pêwîstbû ku hevgirtî bimana û wek yek kom û yek hêz tevgeriyaba neku jihev cuda.”

 

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê de “Hewl da ku Kurdên Sûriyê bibin yek, û desteyek hebe ku nûneratiya wan bi rejîmê, oposîzyon û civaka navdewletî re bike.”

 

Barzanî herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê ji aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re gotiye: “Her birayreke ku hûn bistînin, çi rêkeftin yan şer ligel rejmê be û çi rêkeftin ligel opozîsyonê be, em dê piştgiriya we bikin.”

 

Barzanî gotinên xwe domandin û got: “Lê ew demekê bihev re man û piştire her beşek bi aliykî de çû, beşek bi rejîmê re û beşê din ma, vê yekê bandora xwe li ser rewşa wan kir û ez ditirsim ku bandora xwe li ser pêşeroja wan jî bike.”

 

Serokê Herma Kurdistanê li ser rewşa niha ya li Rojavayê Kurdistanê got: “Tiştekî şaş bû ku Kurd derbasî şer bûn, ligel çi aliyekî be, ew xeleka lawaz in li Sûriyê, pêwîstbû dûrî şerê bi her aliyekî re rawestin û çavlirêy pêşhatan bane.”

 

Nûçeyên têkildar