48 siyasetmedarên Kurd ji doza KCK’ê hatin azadkirin
__2014_04_13_h15m21s11__BA.jpg)
Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Dadgeha 2yemîn a cezayên giran a Amedê, li ser daxwaza parêzerên girtiyên KCKê biryara berdana 48 girtiyan da ku 18 ji wan jinên Kurdin û hîn 54 girtiyên wê dozê nehatine berdan.
Ji 48 siyasetmedarên Kurd ên hatin berdan, 18 jinên siyasetmedar ji girtîgehê azad bûn û ji aliyê bi hezaran kes ve hatine pêşwazîkirin û hîn 54 girtiyên wê dozê nehatine berdan.
Piştî biryara berdanê derbarê 48 kesan de hat dayîn, siyasetmedar û
rêveberên BDPê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi sedan kes pêşwaziya girtiyên azadkirî kirin.
Girtiyên doza KCKê ya Amedê roja 14ê Nîsana 2009an de û di çarçoveya operasyonên KCKê de hatibûn girtin.




