PYD’ê Deriyê Sêmalka girt

Hewlêr-KDP.info/ Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Deriyê Sêmalka yê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de bi temamî girt û gelek hevwelatî jî li ser sînor in nikarin derbas bibin. Di vê derbarê de Berpirsê Deriyê Sêmalka Şewket Berbiharî ragehand û got:"PYD’ê em bi awayekî fermî agahdar kirin ku Deriyê Sêmalka ji aliyê xwe ve bi temamî girtine."
Berbiharî wiha axifî: "200 hevwelatiyên Kurd dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê û li ser Deriyê Sêmalka aliyê Herêma Kurdistanê ne, lê PYD rê nade wan ku vegerin malên xwe. Heta neha em sedema vê biryara ku ji nişkave hatiye wergirtin nizanin û dê bandoreke xirab li hevwelatiyan bike."
Berbiharî da zanîn ku girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PYD’ê ve di demekê de ye bi hinceta nerazîbûna wê li beramber kolana xendekan bi dirêjahiya 17 kîlometre ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve li ser sîrorên di navbera Iraq û Sûriyê de.
Di van du rojên borî de li ber Deriyê Sêmalka, bi dehan hevwelatî hebûn ku dixwestin vegerin malên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.




