26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK-S’ê: Dê li ser rêbaza Barzaniyê nemir kar û xebata xwe bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di civîneke çapemeniyê de daxuyaniya bidawîhatina karên kongreya yekgirtina PDK-S’ê weşand û di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew dê li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe bike

 PDK-S ku di 5’ê vê mehê de ji aliyê 4 partiyên Rojavayê Kurdistanê ve hat damezrandin, di yekemîn daxuyaniya xwe de tekez kir ku siyaseta tekane-yekparêzî li Rojavayê Kudistanê xizmeta gelê Kurd nake û pêwîste hemû hêz û alî rêzên xwe bikin yek ji bo xwe li hember êrîş û gefan biparêzin.

 Li gorî daxuyaniyê, tekez li ser wê yekê kir ku “PDK-S beşekî serekî yê şoreşa Sûriyê ye û ew ligel hevparên xwe di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de kar ji bo hilweşandina rejîma sîtemkar dike.”

 Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: “Siyaseta tekane û dûrxistina aliyên din xizmeta gelê Kurd û doza wî ya neteweyî nake û divê yekîtî û yekrêziya nav mala Kurdî di destpêka her karekî de be û pêwîste yek helwêst û yekrêz bin ji bo rûbirûyê hêzên tarî û terorîsît bibin ku niha metirsiya wan li ser bajar û bajarokan zêde dibe.”

 PDK-S’ê ku di encama yekgirtina her du baskên Partiya Azadî,  Partiya Yekîtiya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) de hat damezirandin, ragihand ku deriyê wê li ber hêzên niştimanî yên Kurdî vekiriye ji bo ku gavên din ên yekgirtinê bên avêtin.

 PDK-S’ê di daxuyaniya xwe de dibêje ew dê li ser rêbaza Barzanî kar û xebata xwe bike û herwiha tekez li ser wê yekê jî hatiye kirin ku rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ew jî yek ji pêkhateyên wê ye, divê bê aktîfkirin û bihêzkirin.

 Herwiha PDK-S’ê diyar kir ku divê Sûriya nû xwedî sîstemke demokrasî û ne merekezî be, bi awayekî ku federaliyetê ji bo Kurdistana Sûriyê misoger bike û destûrek bê danîn ku tê de mafên hemû pêkhateyan misoger be.

 Ji aliyek din ve Komîteya Navendî ya PDK-S’ê di dawiya daxuyaniyê de, daxwaza azadkirina girtiyên di zindanên rejîmê de û “girtiyên siyasî yên Kurd ên ku li cem PYD’ê binçavkirî ne” kir.

 

 

Nûçeyên têkildar