Mistefa li London: Hikûmeta Kurdistanê piştgîriyê li mafên adil yên gelê Kurd li Sûriyê dike

Londonê-KRG.org/ Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di du hevdîtinên cuda de digel Dezgehê Rusî û Henrî Cakson Sosayetî bo lêkolînên siyasî li Londonê civiya û diya kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li mafên adil yên gelê kurd li Sûriyê dike û ji bo misogerkirina mafên gelê kurd pêwîste tev aliyên siyasî yekhewest û yek deng bin.
Di wan hevdîtinan de ku, hijmareke parlamenterên birîtaniyayî, rojnamevan û revenda kurdistanî ya li Birîtaniyayê amade bûn, Mistefa behsa rewşa aram û biîstîqrara herêma Kurdistanê û ew pêşkeftinên di warê siyasî û êkonomî de bi dest ve hatine kir û got ku, hikûmeta Kurdistanê ji bona xweşkirina jiyana hevwelaityên Kurdistanê di nava xebatên berdewam de ye.
Berpirsê têkeliyên derve behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, piştî jinavbirina rijêma Basê li Îraqê guhertinên mezin li Îraqê çê bûn. Herêma Kurdistanê bi cidî ji bona avakirina Îraqeke nû ku, tê de hemû pêkhatên îraqî wek hev maf hebin xebitî. Lê ya ku, nuha li Îraqê tê dîtin desthilata Bexdayê bi heman eqlîyeta siyasîya berê kar dike. Êdî herêma Kurdistanê binpêkirina destûr û piştguhxistina rêkeftinên îraqê nû li ser hatiye avakirin qebûl nake.
Biryara qutkirina budce û meaşê karmendên herêma Kurdistanê ji aliyê desthilatên Bexdayê ve kareke bi tu awayî nayê qebûl kirin. Hikûmeta herêma Kurdistanê li benda encamên hilbijartinan ku dê di dawiya vê mehê de birêve biçin dimîne û Kurdisdtan encamdana wan hilbijartinan bi gaveke giring dizane. Eger piştî hilbijartinan jî hikûmeta Bexdayê li ser heman siyaset û eqlîyeta berê îdara welêt bike hîngê herêma Kurdistanê dê hindek pêngavên din yên çarenivîsaz pavêje.
Mistefa daxwaz ji Yekêtiya Ewropayê û civaka navdewletî kir ku, hevka rû piştevanên gelên Îraqê bikin û piştgiriya pirosesa demokrasiyê li Îraqa nû, federal û piralî de bikin, da ku careke dî Îraqê nekeve metirsiya desthilta yekkesî. Herêma Kurdistanê dixwaze tecrûbeya demokrasî li Îraqê serbikeve.
Hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên xwe yên siyasî, bazirganî û kulturî digel aliyên herêmî û navdewletî ber bi pêşve dibe û berfireh dike. Têkeliyên Kurdistanê digel welatên cîran li ser esasê rêzlihevgirtin û berjewendiyên hevbeş in û ew peywendî di sewîyeyeke baş de ne. Têkeliyên Kurdistanê digel her aliyek û welatekî li ser hisaba aliyê din û welatê din nabe.
Kirîza Sûriyê û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê ji aliyê mirovî, siyasî û emnî ve mijareke din ya wan herdu civînan bû. Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê got: " Hatina penaberên sûrî bo herêma Kurdistanê berdewam e û pêwîste civaka navdewletî zêdetir alîkariya wan penaberan bike. Herêma Kurdistanê dixwaze civaka navdewletî helwestekî zelal û diyar li hember kirîza Sûriyê hebe û dawiyê bi wê rewşa li wî welatî heye bîne. Herêma Kurdistanê piştgîriyê li mafên adil yên gelê kurd li Sûriyê dike û ji bo misogerkirina mafên gelê kurd pêwîste tev aliyên siyasî yekhewest û yek deng bin."




