Mistefa: Kurdistan xwe bi dost û hevpeymana Birîtaniyayê dizan e

London-KRG.org/ Li Londonê li avahiya parlamnetoya Birîtaniyayê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê digel Rîçard Utowey serokê komîteya karûbarên derve li parlamnetoyê û An Kiloyîd endama parlamentoyê û çend endamên dî yên parlamentoya wî welatî civiya.
Di civînê de ku, Beyan Samî nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê a Birîtaniyayê û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, Mistefa behsa pêşkeftinên herêma Kurdistan û Îraqê di warê siyasî, êkonomî û amnî de kir.
Berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa têkeliyên navbera Birîtaniya û Kurdistanê kir û ji berpirsên birtaniyayî re got:
- Em xwe bi dost û hevpeymanên we dizan in. Pirosesa demokrasiyê li Îraqê rûbirûyê gelek astengî û kelaman dibe, ji ber hindê em daxwazê ji Birîtaniyayê dikin ku, di serxistina tecrûbeya demokrasiyê li Îraqê digel me be û piştevaniya me bike.
Mistefa, li dor têkeliyên navbera her du aliyan de, got ku, nuha hevahengiyek baş di nvabera her du aliyan de heye, lê herêma Kurdistanê di gelek waran de pêwîstî bi hevkarî û sudwergirtin ji tecrûbeya mezin û zengîna Birîtaniyayê heye. Ji bona pêşvebirina têkeliyên warê bazirganî û pirojeyên sermayerazandinê pêwîstî bi hêsankarîyên di warê pêdana vîzayê bi bazirgan û hevwelaityên Kurdistanê û vekirina geştên asîmanî yên raste rast navbera Hewlêr û Londonê heye. ”Em dixwaz in di warê baştirkirina rewşa mafê mirovî û parastina mefê jinan de Birîtaniya hevkariya me bike:”
Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê mijareke din a civînê bû û tekîd li ser çareserkirina pirsên hilawîsiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor dastûra bingehîn a Îraqê, misogerkirina hevbeşiya rasteqîne di îdarekirina welêt û çespandina sîstema federaliyê, demokrasî û piraliyê hat kirin.




