Seyda: Guhertin di helwêsta Çînê de li himber krîza Sûriyê de çêbûye
Ajans-KDP.info/ Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ebdilbasit Seyda, ragihand ku ji bo naskirina astê guhertina helwêsta Çînê li ser krîza Sûriyê, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, dê serdana Çînê bike.
Seyda ji Rûdawê re diyar kiriye ku: "Di dema lidarxistina Cenêv-2 de me hevdîtin ligel Wezîrê Derve yê Çînê encamda, wê demê hin amajeyên erênî hebûn ji aliyê Wezîrê Derve yê Çînê ve ku guhrtin di helwêsta welatê wî de li himber krîza Sûriyê çêbûye."
Herwiha Ebdilbasit Seyda berdewam kir û got:"Ji bo naskirina astê guhertina helwêsta Çînê li ser krîza Sûriyê, roja Duşema bê, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Ehmed Asî el-Cerba wê serdana Çînê bike û bi desthiladarên wî welatî re danûstandinan bike."
Tê zanîn Çîn wek yek ji hevalên piştevan ji rejîma Esed re tê naskirin, li gor wê guhertina deshelatê di Sûriyê de bi tenê di çareseriya siyas de tê, li dijî lêdana leşkerî di Sûriyê de çînê Vîto bikar anîbû.




