Hêzên pêşmerge rê neda hêzên Iraqê bihên devera Zumar

Berpirsekî wezreta pêşmerge dibêje, hêzeka mezin a supayê Iraqê ber bi Zumar ve hatin lê belê hêzên pêşmerge paşkeşa bi wan kirîye.
Di evê bareyê deli gorî berpirsê nûçegirîyê Îsa Zêweyî ji lîwaya 8 a hêza pêşmerge ji PNA re ragihand, ku her ji duh ve herdu lîwayên 37 û 38 ên supayê Iraqê ber bi deverên kurdîyên bajêrê Zummar ve htine û dixwestin, ku ber bi pira Sihêl ve bihên û wir dagîr bikin, ku xaka Kurdistanê ye, belê hêza pêşmerge rê bi evê hêza han neda, ber bi deverên Kurdî ve bihên.
Îsa Zêweyî weha jî ragihand, ev hêza han ji 20 zîlan tijî ji leşkeran pêkhatibû ku bi dirêjahîya 2 km ber bi devera Zumar hatine, lê hêzên pêşmerge rê li wan girtin û ji wan re gotin yek ser ber bi cihê xwe ve vegerin heger hûn venegerin em dê bi çekan bersiva we bidin.




