Sekreter û endamên Polîtburoya PDK-S hatin diyarkirin

Hewlêr-KDP.info/ Duh sêşemê, li Hewêrê, di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûryê (PDK-S), Siûd Mela wek Serkreterê partiyê hat hilbijartin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûryê (PDK-S) Mistefa Cûma, ji KDP.info re ragehand ku, di civîna Komîteya Navendî ya PDK-Sê de, ku ji 51 endamî pêk tê, her yek ji Siûd Mela, Mihemed Ismaîl û Ebdulhekîm Beşar xwe ji bo posta sekreteriya PDK-Sê kandîd kiribûn.
Piştî dengdana li ser vê postê û jimartina dengan, Siûd Mela karî biser bikeve û wek sekreterê PDK-Sê were hilbijartin. Herwiha Mihemed Ismaîl wek berpirsê kargêrî yê polîtburoya PDK-S hat hilbijartin.
Herwiha piştî hilbijartina sekreterên giştî û polîtburoyê, endamên polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) jî hatin hilbijartin.
Di civînê de 15 kes jî wek endamên Polîtburoya PDK-Sê hatin hilbijartin ku navên wan wiha ne:
Ebdulhekîm Beşar, Mistefa Cume, Mistefa Oso, Ebdulbasit Hemo, Lezîgn Mihemed, Nuşet Zaza, Ebdulkerîm Ebûloqman, Mihemed Elî (Ebû Nado), Muhsin Tahir, Nasîh Beyro, Ferhad Şahîn, Muslim Miho, Kameran Haco, Beşar Emîn û Mistefa Miho.




