Serokayetiya Kurdistanê piştgîriya Ferhad Etruşî dike

Hewlêr-KDP.info/ Li hember biryara dadgeha Fedral Serokayetiya Kurdistanê piştgîriya Ferhad Ertoşî dike.
Piştî ku dadgeha temîzê ya Iraqê derbarê daxuyaniyên Parlementerê Kurd yê li Parlementoya Iraqê Ferhad Ertoşî ên derbarê Husên Şehiristanî de Serokayetiya Kurdistanê jî li hember biryara dadgehê piştgîriya xwe bo Ertoşî diyar kir. Ev jî tekesta wê ye:
Di derbarê bi biryara Dadgeha Têhelçûna Federal ku li ser şermezarkirina Ferhad Etruşî biryarekî Dadgeha Çap û Ragihandinê pejirandiye û daxuyaniyên vê dawiyê ya Parlementerê Kurd bi biçûkkirina Husên Şehristanî zaniye, em bi hemû aliyek radigihînîn ku daxuyaniyên Ferhad Etruşî li ser zêdeçûnên desthilata Bexda ya li ser samana gelên Iraqê ji bo agahdarkirina raya giştî bûye. Her wiha biryara Dadgeha Têhelçûnê bi tu awayekî bi têkçûna Ferhad Etruşî nayê zanîn ji ber ku ew, yek ji nûnerên gelê Kurdistanê ye li Bexda û ji bo bergirîkirina li mafên gelê xwe ye.
Ev nûner wekî Parlementerekî, erkên xwe raperandiye û daxuyaniyên wî li ser babetekî takekesî nebûye û peywist bûye bi berjewendiyên giştiyên xelkê Iraqê û cihê daxê ye Dadgeh prensîpên serbixweyî û cûdakirina desthilatê berbiçav nekiriye û nûnerekî Kurd li ser bergirîkirina li berjewendiya hemû xelkê siza daye. Ev biryar ji bo hemû aliyek zelal dike ku dezgeha qezayî li Iraqê hatiye siyasî kirin û ne serbixwe ye.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
08.04.2014




