26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mûhsên Saedûn, Malikî arîşeyan navbera Hewlêrê û Baxdadê çêdike

Çavkanî: KDP.info

Hevpeymanîya Kurdistanî, ew arîşeyên keftîya navbera herêma Kurdistanê û hukûmeta Iraqê xistîya estoyê Nûrî Malikî serokê wezîrên Iraqê û fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Iraqê.

Di evê derbarê de serokê lîsteya Hevpeymanîya Kurdistanî Muhsên Saedûn ji ajansa Aknews re ragihand, ku pirsa Sûrîya mijara navxweyîya evî welatîye, lê belê ew hêza ku Nûrî Malikî ji parêzgeha Nasirîye ve ber bi devera Rebîye ve şandîye ku li wê deverê hêzên pêşmerge û polîsa fedral tê de niştecihin, eve arîşeyan ji mer çêdike.

Herweha got, em weha pê dihesin ku serokê wezîrên Iraqê dixweze raya giştî ber bi arîşeyeka nû bibe û dixweze arîşeyên navxweyîyên welêt veşêre û bipeçine, ji ber vê çendê gerek em bi zîrekî em danûstandinê digel pirsa Sûrîya bikin.

Saedûn weha jî da nîşandan, ku niha alozî keftîye devera Rebîya bi taybetî navbera hêzên Iraqê û hêzên pêşmerge û weha jî da xuyakirin, ku ji sala 1991 hêzên Iraqê nehatîye sêkuşeya sînora Fîşxabûrê û ew devera di bin kontrola hêzên pêşmerge de ne.


 

Nûçeyên têkildar