26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Mehma Xelîl: Malikî arîşeyan çareser nake, lê belê arîşeyên nû çêdike

Çavkanî: KDP.info

Endamê parlîyamenta Iraqê yê bi ser lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî Mehma Xelîl ragihand, ku ji bilî ku Malikî were parlîyamentê bersiva pirsên endamên parlîyamentê bide, hêzên çekdarî ber bi deverên dabrayî dişîne.

Di evê derbarê de Mehma Xelîl ji malpera KDP ragihand ku, ji 3 mehan zêdetire endamên parlîyamenta yên bi ser lîstên cuda cuda daxwaza bengkirina serokê wezîrên Iraqê dikin ji bo bersivdana çend pirsên girîng derbarê karê hukûmet, lê belê Malikî naxweze bihê parlîyamentê û hîn rê li hember wezîrên partîya xwe digire û nahêle bo parlîyamentê bihên bangkirin.

Herweha Xelîl got, " Malikî hatina parlîyamentê ji bîra xwe birîye, ji bilî ku bersiva parlîyamentê bide hêz ber bi deverên dabrayî ve dişîne û dixweze careka din arîşeyan çê bike."

Nûçeyên têkildar