Esed ne welat bi cih dihêle û ne jî desthilatê

Ajans-KDP.info/ Serokê Sûriyê Beşar Esed ragehandiye ku ne welat bi cih dihêle û ne jî desthilatê û gotie: "Em ê şerê navxweyî bi dawî bikin, herwiha piştî hikûmeta werê, em dê bi tûndî li hember terorê rawestin."
Piştî seredana wî ya dawî bo Sûriyê, Serokwezîrê berê yê Rûsya Sergei Stepashin di civîneke çapemeniyê de ragehand ku nameyek ji Serokê Sûriyê Beşar Esed wergirtiye da bide Vladimir Putin û têde tê gotin ku qet dest ji postê xwe bernade û welat jî bicîh nahêle, herwiha gotiye ku "qonaxa çalak a operasyonên leşkerî li Sûryê wê îsal bi dawî were."
Herwiha Stepashin da zanîn ku di rewşekî baş de ye, û çend caran ji jêre gotiye di hilbijartinên dahatû de ewê xwe ji bo serokatiya welat berbijêr bike, ji ber ku gel çi bixwaze dê wê bikin.




