26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Pêşerojeke gelek baş li benda gelê me ye

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi Xwendewanên Akademiya pêgehandina kadroyên partî re civiya û diyar kir ku pêşerojeke gelek baş li benda gelê me ye lewre dibe bi coşeke mezin, xweziyên mezin û bawerbixwe bûn xwe bo pêşerojê amade bikin.

Duh 7/4/2014 li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Xwendewanên devreya 12an ya akademiya pêgehandina kadroyan ya partiya demokrata Kurdistanê re civiya.

Di destpêka hevdîtinê de berpirsê akademiya pêgehandina kadroyan Qadir Qaçax ji ber ev hevdîtina han sipasiya Serok Barzanî kir û pişt re jî bi awayekî kurt behsa çawetiya derbas kirina devreya 12an ya akademiya pêgehandina kadroyan kir.

Pişt re Serok Barzanî bixêr hatina kadro û xwendewanên akademiyê kir û bi awayekî kurt behsa qonaxên curbicur yên tevgera rizgarîxwaz ya gelê Kurd kir û balkêşande ser rol û berxwedana partiya demokrata Kurdistanê di warê ser xistina doza reva ya gelê Kurd de.

Serok Barzanî got: "Lazime em fêde ji ezmûn û waneyên demên derbasbûyî werbigirin û ev yek fêm bikin ku her gav Kurd yek bûbe û yekrêz bûbe serkeftin bidest xistiye lewre yekrêziya gelê Kurd bo niha û pêşerojê armanceke sereke ya partiya demokrata Kurdistanê ye."

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa rewşa niha ya Kurdistanê kir û got: "Gelê Kurd qurbaniyên mezin daye heta gehêştiye qonaxa îro û careke din paş ve nawegere, pêşerojeke gelek baş li benda gelê me ye lewre dibe bi coşeke mezin, xweziyên mezin û bawerbixwe bûn xwe bo pêşerojê amade bikin."

 

Nûçeyên têkildar