26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Germiyanê danana kevirê bingehîn bo sê pirojeyên tûrîzmê

Çavkanî: KDP.info

Germiyan-KRG.org/ Bi amadebûna Mewlewî Cebarî serokê desteya giştiya tûrîzmê li herêma Kurdistanên, serokê îdareya germiyan û rêvebirê girştiyê tûrîzmê li Germiyanê, kevirê bihegîn ji bo sê pirojeyên warê tûrîzmê li bajarên Xaneqîn, Kelar û Kifirî hatin danandin.

Budceya her sê pirojeyan 4 milyar û 700 milyon dînar e bi vî awayê li jêr:

- Pirojeyê Berdesor li ser çemê Sîrwan li bajarê Kelar bi budceya 2 milyar û 500 milyon dinaran ku, ji kafeteriya, xwarngeh, baxçeyên giştî, sûlav û naforeyên avê pêk tê.

- Pirojeyê Bendava Elwen li bajarê Xaneqînê bi budceya yek milyar û 500 milyon dînararan ku, pirojeyekî berfireh e û ji gelek beşan pêk tê.

- Pirojeyê avakirina rêvebiriya tûrîzmê li bajarê Kifirî bi budceya 700 milyon dînaran.

Serokê desteya giştiya tûrîzmê li Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, amanc ji van piroyena li devera Germiyanê pêşxistina warê tûrzmê ye li vê deverê û daxwaz ji sektora taybet kir ku, li devera Germiyanê di warê tûrîzmê de pirojeyan encam bidin.

 

Nûçeyên têkildar