Hevpeymaniya Niştimanî wezîrê Tendirûstî û Xwendinê diyakirin

Ajans-KDP.info/ Civînên Dsteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, hîn berdewamin û duh du wezîr bo psota Wezîrê Xwendin û Wezîrê Tendirûstiyê hatin hilbijartin.
Di vê civînê de ku hejmarek pirsên siyasî û rxistinî yên di rojevê de tên gotûbêjkirin, hikûmeta demkî ya opozîsyonê jî dê postên xwe yên wezarî temam bike.
Di vê çarçoveyê de, duh yekşemê, du wezîr bo psota Wezîrê Xwendin û Wezîrê Tendirûstiyê hatin hilbijartin, herwiha çaverêye Wezîrê Navxwe jî bê hilbijartin.
Li gor ku hatiye ragihandin, ji posta Wezîrê Xwendinê re Mihyedîn Binana û ji bo posta Wezîerê Tendirûstiyê re Ednan Mihemed Hizûrî hatin diyarkirin.




