26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em qet dest ji mafên xwe bernadin

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî jî dosya petrolê, qonaxa piştî hilbijartinê û têkiliyên navbera Kurdistanê û Tirkiyê dike û dibêje "Em qet dest ji mafên xwe bernadin."

Di hevpeyvînekê de ligel televizyona Asya, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destpêkê bal kişand ser destûra İraqê û got: ‘’Li Iraqê destûreke me heye ku ji sedî 80’yê hevwelatiyên İraqê dengê xwe danê. Ji sala 2003’ê ve Herêma Kurdistanê Bexda hilbijartiye û hevbeş bû di proseya avakirina Iraqê de, lê serokwezîrê niha yê Iraqê di danûstandinê de yeksaniyê li ber çav nagire, pirsgirêk jî di awayê karkirinê de ye.’‘

Derheqa destpêşxeriya Herêma Kurdistanê de ku biryar bû rojane 100 hezar bermîl petrol bişîne derve, Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Destûra me heye, li Herêma Kurdistanê jî di mesela derxistina petrolê de em li gor destûrê tevdigerin, em bi hîç awayekî jî dest ji van mafên xwe bernadin.’‘

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Girêbestên me yên ligel şirketan girêbestên hevbeş in, ji girêbestên Bexdayê cuda ne, em ji sedî 7 fêdeyê didin şirketan, evna jî mafê wan e, ji ber ew bi ger û derxistina petrolê ve mijûl in.’‘

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê jî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Tirkiyê welatekî cîran e, normal e peywendiyên baş ên Herêma Kurdistanê ligel hebin, evna ligel wêya ku karnameya karkirina me ligel Tirkiyê di çarçoveya peywendiyên Tirkiye û Iraqê de dibe.’‘

Li ser pirsa eger daxwaz were kirin hikûmeta Kurdistanê hêzê dişîne naçeyeke din a İraqê? Barzanî wiha bersiv da: ‘’Belê li gor destûrê divê Serokwezîrê Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê di vê derbarê de bigihin rêkeftinekê. Berê dema Bexdayê daxwaz ji me kir, me hêza pêşmerge şand, bêguman pêdiviya her navçeyekê bi hêza pêşmerge hebe em amade ne hêzê bişînin, lê divê Bexda wê yekê bizane ku aramiya Kurdistanê hêza pêşmerge, asayîş û polîsan parastiye, herwiha ew hêz in ku beşeke vê İraqê aram kirine.

 

Nûçeyên têkildar