Serok Barzanî şêwirmendê xwe bo şopandina kuştina Kawe Germiyanî erkdar kir

Hewlêr-KDP.info/ Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi mebesta şopandina kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî, şêwirmendê hiqûqî yê xwe erkdar kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera wê saziyê hatiye belavkirin, ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, şêwirmendê hiqûqî yê xwe bo şopandina dosyeya kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî erkdar kir. Ev jî tekesta wê daxuyaniyêye:
Bi navê leztirkirina kirdariyên dadgehkirina tometbarên terorkirina rojnamevan Kawa Germiyanî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê Şêwirmendê xwe yê yasayî raspard ku duvdaçûn û lêkolîneke taybet li ser dosyeyê û çawayiya birêveçûna kirdariyên dadgehê encam bide.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06/04/2014




