Bargeha PDK bû armanca hêrişekê û 4 pêşmerge bûne qurbanî

Mûsilê-KDP.info/ Hêrişeke xwekûjiyê bo ser bargeha Partî Demokrt a Kurdistan`ê (PDK) li naverasta bajarê Mûsilê hat encamdan û di encam de 2 pêşmergeyên hişedar yên wê bargehê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Kargêrê Liqa 14 ya Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) Seîd Memozînî bo KDP.info ragihand ku, li taxa Reşîdiye ya bajarê Mûsilê xwekûjekî xwe di nava bargeha Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) de teqand û di encam de 2 pêşmergeyên hişedar yên bargehê şehîd bûn û 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Kargêrê Liqa 14 yê Partî Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, her îro li taxa Sûmer 11 kes ji aliyê Artêşa Îraq`ê ve hatine desteserkirin ku ser ew kes serbi Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) bû, ku, wan wêneyê Seddam Husên helwastî bûn, her weha di heman bûyerê de 3 çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hatine kuştin.




