Fermangeha têkeliyên derve li gor pirotokol û pirensîpên diplomasîyên navdewletî tevdigere

Hewlêr-KRG.org/ Li bajarê Hewlêrê hijmareke mamoste û xwendekarên kolêja zansitên siyasî li zanîngeha Silêmaniyê serdana fermangeha têkeliyên derve kirin û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin û paşî di semînarekê de, Mistefa ji wan re behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê çêkirina têkeliyan bi cîhanê re û çewaniya birêveçûna karûbarên fermangeha têkeliyên derve kir.
Di semînarê de ku, Karwan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Suham Cebelî alîkara berpirsê têkeliyên derve amade bûn, Mistefa behsa kar û xebatên fermangeha têkeliyên derve û giringiya hebûna wê fermangehê ji bona rêxistina têkeliyên herêma Kurdistanê bi cîhana derve re kir.
Mistefa got ku, ji serhildanê (1991) heta sala 2005ê fermangeha têkeliyên derve nebû, lê piştî di dawiya sala 2005ê de destûra Îraqê a bingehîn hat qebûl kirin, hîngê bi biryara serokatiya civata wezîrên Kurdistanê ev fermangehe hat damezrandin û yek ji karên sereke yên vê fermangehê ew ku, peyama hikûmeta herêma Kurdistanê bigihîne civaka navdewletî.
Mistefa herwesa behsa karûbarên îdariyên fermangeha têkeliyên derve û çewaniya birêvebirina karûbarên nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê yên derve û ji bona gihandina peyama hikûmeta Kurdistanê bi civaka navdewletî û pêşxistina têkeliyan digel welatên cîhanê kir.
Berprisê têkeliyên derve di semînarê de behsa wan pirenspên diplomasî û ew rêkeftinên navdewletî yên fermangeha têkeliyên derve bo birêvebirina peywendiyan digel welatên cîhanê li ser diçe kir û got ku, fermangeha têkeliyên derve pêwîstî bi kadiroyên şareza û jîr heye û pêwîste yên ku, li fermangeha têkeliyên derve kar bikin hindek şert û sîfet hebin û ji bilî zimanê dayîkê şarezayî di zimanek din yê cîhanê de hebe. Fermangeha têkeliyên derve karekî bisazî dike û li gor pirotokol û pirensîpên diplomasîyên navdewletî tevdigere û di vê çarçoveyê de qonaxeke baş biriye û ji bona bidesveanîna armancên sereke û xizmetkirina gel û hikûmeta Kurdistanê pêngavên baş avêtine.
Li gor destûra Îraqa federal, herêma Kurdistanê ew maf heye digel civaka navdewletî têklelî hebin û herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya taybet heye û çu carî nabe beşek ji nakokiyan yan jî beşek ji siyaseta welatekî û herêma Kurdisdtanê çu carî mayê xwe di karûbarên navxweyên çu welatan nake û rê jî nade çu welat destê xwe bixin nav karûbarên herêma Kurdistanê.
Fermangeha têkeliyênderve ya hikûmeta herêma Kurdistanê têkeliyên baş digel wezareta derve ya Îraqê hene û hikûmeta herêma Kurdistanê bawerî bi karê hevbeş heye. Hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkan digel Bexdayê bi diyalog û lihevtêgehiştinê çareser bike.
Kirîza Suriyê û tesîra wê li ser herêma Kurdistanê û welatên cîran di warê mirovî û emnî de û çewaniya miamilekirin digel wê kirîzê li ser astê herêmî û hikûmeta federal mijareke din a semînarê bû.




