Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye hat damezrandin û sibê dê sekreter bê helbijartin

Hewlêr-KDP.info/ Piştî 3 rojan ji kongreya Yekîtiya Siyasî ya Kurd, duh 5/4/2014 li bajêrê Hewlêrê bi dawî bû û her çar partî xwe hilweşandin û partiya bi navê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye ragehandin û endamên serkirdayetiyê hatin hilbijartin û dê sibê sekreter û 17 endamên ji bo politbîroyê bên hilbijêrin.
Pêr danê êvarî her yek ji Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), her du baskên Partiya Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê, endamên xwe bo serkirdatiya partiya nû hilbijartin.
Li gorî rêkeftina navbera her çar partiyan, ku berî niha li ser rêkeftibûn, her partiyek ji nav xwe hejmarek endam bo serkirdayetiyê hildibjêrin û ew jî li gor vê yekê: El-Partî 8 endam, Azadî 5 endam, Aazadî ya din 5 endam û Yekîtiya Kurdistanê 3 endam da ku bibin serkirdayetiya Partiya nû ku navê wê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) ye.
Di hilbijarinan de ku her partiyeke bi cuda kiribûn encam bi vî awayî bûn:
Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (el-Partî) ve her yek ji Siûd El-Mela, Kamîran Haco, Mihemed Îsmaîl, Ebdilkerîm (Bavê Luqman), Mihemed Emîn Ebas (Bav Mizgîn), Ebdilkerîm (Bavê Pîşo), Elî Îbrahîm û Mihemed Saîd El-Wadî hatin hilbijartin.
Ji Partiya Aazadî, Mistefa Oso ku sekreter bû, Mihsin Tahir, Mihemed Seidûn, Mislim Mihemed û Mihemed Elî Silêman. Ji baskê din ê Partiya Azadî, Mistefa Cuma ku serkreter bû, Beşar Emîn, Elî Mislim, Şahîn el-Ehmed û Hisên Îbiş. Ji Partiya Yekîtiya Kurdistanê, Ebdilbasit Hemo, Neşat Zaza û Dara Mistefa.
Serkirdayetiya nû ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye ji 51 yek endaman pêk tê, piştî hilbijartina her 21 endaman ji her çar partiyan, duh jî endamên kongreyê her 30 endamên din di kongreyê de hilbijartin, encamên hilbijartina 30 endaman wiha bûn:
Saîd Omer_Ebdilhekîm Beşar- Lezgîn Fexrî- Hoşeng Mistefa- Nafih Beyro- Besê Ebdê- Ferhad Şahîn- Mehmûd Erebû/Kawa Azîzî- Diya Ciwan- Feysel Neiso- Serhan Hesen- Dilovan Mihemed- Heyam Ebdilrehman- Salih Cemîl- Ehmed Melek- Ebdiletîf- Perîxan- Hacî Kalo- Ebdilrehman Apo- Mistefa Meimo- Nafih Ebdillah- Ebdilkerîm Mîranî- Ebdilrehman Ebtan- Hesen Remzî- Luqman Oso- Mihemed Şêrîn- Hisên Elî Silêman- Ebdilrehman Qasim- Omer Koçerî- Nûrî Birîmo.
Herwiha 10 kes wek endamên yedek ên encûmena serkirdatiya PDK-S hatin hilbijartn.
Li gor van encaman û encamên kutleya damin, 32 endamên el-Partî, 8 endamên Partiya Azadî, 8 endamên baskê din ê Azadî û 3 endamên Partiya Yekîtiya Kudistanê bûn endamên serkirdatiya PDK-S, lê ji koma her 51 endaman bi tenê 3 kes ji herêma Efrînê ya Rjavayê Kurdistanê ne.
Herwiha peyvdarê Kongir Neşet Zaza ji KDP.info re ragehand ku Biryar e sibê 7/4/2014 her 51 endamên serkirdatiya PDK-S li bajarê Hewlêrê bicivin û di destpêkê de sekreterekî û 17 endaman ji bo politbîroyê hilbijêrin.




