Feranswa Holland, "Feransîyan 'guhartin' hilbijartin"

Serokê Feranse yê nû " Feranswa Holland" ragihand, ku Feransîyan "guhartin" hilbijartin, eve jî piştî ragihandina serkeftina wî di xula duyemîn a di hilbijartinên serokatîyê de.
Holland ê Soşyalîst 51.56 ji sedî deng birin, li hemberê 48.44 deng yên serokê Feranse yê berê " Nîkola Serkosî" eve piştî polînkirina 90 % ji dengan.
Li gorî malpera "BBC" ku rêjeya berşdarkirinê di evê hilbijartinê 80% ye.
Ji alîyekî din ve Serkozî pîrozbahîya Holland di evê serkevtinê de kir û hêvîya serkevtinê jê re xwest.
Weh dihê xuyakirin, ku Holland serokê çep ê duyemîne piştî Firansiwa Mîtran ê ku ji sala 1981 heta sala 1995 desthilatdarîya feranse kir.




