Serok Barzanî bo El-Heyat: Iraq ji hev dikeve û Sûriyê venagere wek berê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rexneyê tund li siyaseta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê kirin û tekez kir ku Iraq ji hev dikeve û Sûriyê venagere wek berê.
Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi rojnameya el-Heyat a erebî re bal kişande ser rewşa niha ya Iraqê û têkilî û pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Barzanî aşkere kir ku niha Amerîka navbeynkariyê dike û ew li benda encamên wê ne û got “Qutkirina rizqên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve ragihandina şer e û dibe ku tawaneke xirabtir ji ya kîmyabarana Helebce be”.
Barzanî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê li hember wê kiryara Bexdayê bêdeng namîne û got “Program û pilaneke me heye û emê cî bi cî bikin, lê eger ew kiryara Bexdayê berdewam bibe dê her tişt bê guhertin”.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got “Tiştê herî metirsîdar ewe ku hinek bifikirin heybeta Herêma Kurdistanê bişkînin û hewl bidin wê têxin bin desthilata takekesî de, ev yek mustehîle çê bibe, em çokan ji kesî re nadeynin, em rê nadin ti kesî ku heybeta Herêma Kurdistanê bişkîne, em nabin dûvikê ti kesî, em hevbeşî û hevpeymanî û biratiyê qebûl dikin, lê em qebûl nakin bibin dûvikê ti kesî”.
Barzanî diyar kir ku eger Bexda pêgirê wê helwesta xwe be wê demê Herêma Kurdistanê dê pişta xwe bi petrola xwe girê bide û eger petrola Herêma Kurdistanê hat firotin wê demê Herêma Kurdistanê dikare bê ku pêwîstiya wê bi Bexdayê hebe, berdewam bibe.
Derbarê daxuyaniyên cîgirê serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî de ku gotibû “Kurd petola Iraqê didizin”, Barzanî got “Ew axaftin xirabe û diviyabû ji kesekî berpirs derenketiba, eger ew bixwazin em jî dikarin bi wî zimanî bi wan re biaxifin û bersiva me ewe ku ev sed sale hûn petrola Herêma Kurdistanê didizin û eger ne ji petrola Kurdistanê bane, dewleta Iraqê wê nikarîba piştî şerê cîhanî yê yekem rabe ser pêyan”.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku metirsiyeke mezin li ser paşeroja Iraqê heye û Iraq niha ji hev dikeve û got “Teror li navçeyên rojavayê Iraqê belav bûye, hinek bajar li derveyî kontrola hikûmetê ne û terorîst çalakiyên xwe bi awayekî aşkere dikin. êdî Iraq ber bi şikestinê ve diçe”.
Serok Barzanî derbarê Sûriyê jî ragehand ku ew welat ji hevketinê nêzîk dibe û dîsa rewş venager wek berî serhildana serê Sûriye.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê tu alîkariya leşkerî nedaye Kurdên Rojava, lê ji destpêkê de me şîret li wan dikirin ku yekrêzî û yekdengiya xwe biparêzin.




