26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rojnameya Xebat Roleke girîng di hoşiyar kirina civakê de lîstiye

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek bi helkefta salvegera derketina Rojnameya Xebat pêşkêş kir ku, ev jî tekesta wê ye;

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan Sernivîser, Rojnamewan û karmendên Rojnameya xweştewîst ya Xebatê.

 

Silav û rêz

Bi boneya 55 saliya bi eşkere derketina Rojnameya Xebata xweşewîst gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî we dikim, hûn hêjayê hilgirtina nasnameya pêşmergeyên ragehandinê ne, jiber ku Rojnameya Xebat hertim parêzerê bihêz yê mafên reva ên gelê Kurd bûye û di warê belavkirina hoşiyariya netewî de roleke gelek girîng lîstiye lewre di nava dîroka têkoşîna Kurd de navê Rojnameya we xwe selmandiye.

 

Piştî raperînê Rojnameya Xebat ji bilî erkên xwe yên mîdiyayî û ragehandinî weke pirek bo çê kirina peywendî di navbera hikûmet û welatiyan de roleke mezin lîstiye û bûye weke debistanek bo pêgehandina Rojnamevanên serkeftî bo ragehandina pîşeyî û parastina berejwendiyên netewî yên gelê Kurd.

 

Destxweşiya we dikim û hêviya serkeftina zêdetir ji we re dixwazim.

 

Serokê Herêma Kurdistanê

Mesûd Barzanî

4.4.2014

 

Nûçeyên têkildar