Mistefa: Kurdistan pêwîstî bi zêdetir hevkariya civaka navdewletî ji bo alîkarîkirina penaberên sûrî heye

Hewlêr-KRG.org/ Berprisê têkeliyên deve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li rawêjkarê siyaseta stratejêk li wezareta derve ya Holendayê kir û ragehand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir hevkariya civaka navdewletî, ji bo alîkarîkirina penaberên surî yên li Herêma Kurdistanê, heye.
Di çarçoveya serdana xwe de bo Îraqê û herêma Kurdistanê de, duh roja îniyê 4ê nîsanê li bajarê Hewlêrê, Ernesto Bram rawêjkarê siyaseta stratejêk li beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqiyayê li wezareta derve ya Holendayê serdana fermangeha têkeliyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên deve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Ernesto Bram kêfxweşiya xwe bo serdna herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, di hemû waran de herêma Kurdistanê pêşkeftî ye. Felah Mistefa jî ev serdana berprisê wezareta derve ya Holendayê bo herêma Kurdistanê bi derfetek baş zanî ku, jê nêzîk haydarî rewşa aram û pêşkeftinên herêma Kurdistanê bibe û şirket û kompaniyên holendayî teşwîq bike li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazîn in û beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Her du aliyan behsa têkeliyên navbera Holenda û Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûna têkliyên navbera her du aliyan de nîşan da û tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyan di ware siyasî, aborî, bazirganî û kulturî de kir.
Rewşa siyasîya herêma Kurdistanê, pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê, hilbijartinên parlamentoya Îraqê û hilbijartinên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ku, dê di 30ê vê mehê de bên encam dan û pirsên hilawîstiyên anvebra Hewlêr û Bexdayê hin mijarin din yên civînê bûn.
Felha Mistefa û şandeya mêvan kirîza Suriyê û tesîra wê li ser welatên cîran û taybetî li ser herêma Kurdistanê û hatina hijmareke zêde ya penaberên surî bo herêma Kurdistanê gotûbêj kir û berprisê têkeliyên derve got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê pêwîstî bi zêdetir hevkariya civaka navdewletî, ji bo alîkarîkirina penaberên surî yên li herêma Kurdistanê, heye.




