26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hejmara penaberên Sûriyê li Libnanê zêdetirî milyonek penaber e

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info/ Komsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara penaberên Sûriyê ku navê xwe li Libnanê nivîsandine zêdetirî milyonek penaber e.

 

Li gorî ajansan, Komsyarê bilind ê penaberan Antonio Guterres di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara penaberên Sûriyê li Libnanê milyonek derbas kiriye.

 

Herwiha li gor komsyona penaberan, di nîsana 2012an de 18 hezar penaberên sûrî li Libnanê hebûn û di nîsana 2013an de ew hejmar gihişte 356 hezaran, lê di nîsana 2014an zêdetirî milyonek penaberên sûrî navê xwe li Libnanê tomar kirine.

 

Hêjayî gotinê ye, di nava penaberên Sûriyê de, nêzîkî 600 hezar penaber li Urdunê, 670 li Tirkiyê û zêdetirî 250 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene.

 

 

Nûçeyên têkildar