25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kongreya Yekîtiya Siyasî destpêkir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Kongreya Yekîtiya Siyasî ku bi armanca avakirina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê tê lidarxistin, bi beşdariya zêdetirî 600 endaman li bajarê Hewlêrê destpêkir.

 

Îro pêncşema 3/4/2014 Kongreya Yekîtiya Siyasî ku bi armanca avakirina Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê destpêkir û di kongreyê de ji her çar partiyên Yekîtiya Siyasî, el-Partî, her du baskên Azadî û Partiya Yekîtiya Kurdistanê 643 endam beşdar in û biryar e sibê piştî nîvro karên kongreyê bi dawî werin.

 

Biryar e îro piştî nîvro her 21 endamên serkirdatiyê ku wek “kutleya damin” hatine binavkirin, bên hilbijartin û sibê înê jî her 30 endamên din ên encûmena serkirdatiyê dê bên hilbijartin.

 

Li gor rêkeftina di navbera her çar partiyan de, endamên “kutleya damin” wê ji 8 endam ji el-Partî, 5 ji Azadî, 5 ji Azadiya din û 3 ji Yekîtiya Kurdistanê bin, bi awayekî ku her partiyek wê endamên xwe yên wê kutleyê bi tenê hilbijêre.

 

Her li gor heman rêkeftinê biryar hatiye dayîn ku sekreterê partiya nû (Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê) di civîna yekem a encûmena serkirdatiyê de bê hilbijartin.

 

Nûçeyên têkildar