26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta pêşmerge: ti şerr navebera Lîwa 8 a pêşmerge û Supayê Iraqê çênebûye

Çavkanî: KDP.info

Bêjedarê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer,  ew nûçe û znayarî ku dibêjin şer û pevçûn keftîya navbera hêzên supayê Iraqê û hêzên pêşmerge li deverên Dabrayî ser bi parêzgeha Mûsilê nerastin.

Di evê derbarê de li gorî Aknews, ew nûçe û zanyariyên ku behsa şer û pevçûnan navbera hêzên artêşa Iraqê û pêşmerge dikib li sinorê navçeya Rebîa ya bi ser parêzgeha Nînowayê ve ji rastiyê dûrin û şerekî weha çênebûye.

Yawer got jî, “Îro sibehê hêzekî fewca 2 ya lîwaya 38 a bi ser fîrqeya 10 a artêşa Iraqê di rê de daku li sinorê navbera Iraq û Sûriya li navçeya Saîf heta gundê Gaîne bi cih bibe, lê hêzên lîwaya 8 a pêşmerge yêm ser bi Wezareta Pêşmerge ve rê nedane wan daku biçine navçeyê."

Derbarê sedema rêgirtinê jî, Yawer got, “Berpirsên lîawya 8 ji wê hêza fewca 2 re gotine ku ew rê nadine wan daku biçine navçeyê, ji ber em aramiya navçeyê diparêzin û berê jî bê hevahengî hatine.”

Yawer tekîd jî kir ku lewra ti şer û pevçûnek navbera hêzên artêşê û pêşmerge neqewimiye.

Çavkaniyekê ji lîwaya 8 yê artêşa Iraqê li navçeya Zumar ji AKnewsê re daxuyand, “Ji ber hêzên pêşmerge rê nedane hêzên fewca 2 daku li wê navçeyê bi cih bibin, pirsgirêk navbera wan derket û her du aliyan hêzên xwe xistine amadesaziyê de.”

Çavkaniyê got jî, “Ti şer û pevçûenek navbera her du aliyan neqwimiye, tenê hêz li hember hev ketine amadesaziyê de.”

Ev daxuyaniya Cebar Yawer di demekê de ye ku Wekîlê Wezareta Pêşmerge Enwer Osman ragihandiye ku îro 2 lîwayên artêşa Iraqê li navçeyên Xabûr û Zumar êrişî lîwaya 8 a hêzên pêşmerge kirine.

Nûçeyên têkildar