26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şehîdan ji bo amancên xwe yên hilbijartinan bikar neîn in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-krg.org/ Wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan ya hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwazê ji hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê yên beşdar di hilbijartinan de dike ku, di propagende û kampaniyaya hilbijartinan de bîrewerî û merasimên şehîdan ji bo amancên xwe yên hilbijartinan bikar neîn in.

 

Wezareta karûbarên şehîd û enfalkiriyan dibêje ku, bila bîranîn û merasimên taybet bi şehîdan ve bibin hokarê yekdengî û zêdetir yekrêziya tev alî û pêkhatên Kurdistanê û daxwazê ji aliyên siyasî, mediya û aliyên peywendîdar dike ku, di merasimên taybet bi şahîdan ve kampaniyaya hilbijartina nekin û pirsa şehîdan nekin mijara hilbijartinan, lê bi hev re û bi tenê bi bilindkirina alaya Kurdistanê di wan merasiman de beşdar bin.

 

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de dibêje ku, rêzgirtin li vê daxwaza wezareta karûbarên şehîdan û enfakiriyan rêzgirtine li şehîdan û malbatên wan.

Nûçeyên têkildar