Serok Barzanî: Hikûmeta nû berî hilbijartinan tê ragihandin

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Mesûd Barzanî ragihand ku dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berî hilbijartinan bê pêkanîn.
Mesûd Barzanî di çarçoveya destpêkirina kampaniyaya hilbijartinan a PDKê de, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên encûmen parêzgehan de, gotarek pêşkêşkir û tê de behsa pêkanîna hikûmeta nû li Herêma Kurdistanê û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Barzanî di gotara xwe de dilgiraniya xwe ji paşketina pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û ragihand ku ew jî wek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji vê yekê dilgirane û wiha ragihand: “Ne girînge pêkanîna hikûmetê çend mehan paşbikeve, lê ya girîngtir ewe ku em hemû bi hevre bêne meydanê.”
Herwiha derbarê hewlên dawî bo pêkanîna hikûmetê, Mesûd Barzanî, ku hevdem Serokê Herêma Kurdistanê ye, got: “Pêkanîna hikûmetê gihiştiye qonaxa dawî û berî hilbijartinan dê hikûmet bê ragihandin.”
Di tewerekî din de Mesûd Barzanî balkişande ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ligel çareserkirina nakokiyan de ye û got: “Em hemû tiştî dikin da arîşeyên xelkê nehêlin, lê bi hemû baweriyekê jî em dibêjin eger kar bigihe wê astê ku em bizanin aliyê himber me şeraketê qebûl nake, em jî dê paşkoyiyê qebûl nekin.”
Derbarê pirsa budceyê jî Barzaî wiha ragihand: “Eger kesek wiha hest bike ku bi bikaranîna karta mûçeyê di bihêle em çokan danin, ew kesek tênegihiştiye bê em Kur çine, bernameya me heye û em çokan ji kesî re nadeynin.”
Herwiha Barzanî carek din tekez kir ku: “Eger em bizanin ku aliyên himber me rijde li ser siyaseta xwe, wê demê emê kar li gor bernameya xwe bikin û dizanin siyaseta me çiye.”




