26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Desteya Bilinda Kurdî li Sûrîya daxwaza pabendbûnê bi ragihandina Hewlêrê dike

Çavkanî: KDP.info

Desteya Bilinda Kurdî li Sûrîya di beyannameyekê de di derbarê raperînê li rojavaya Kurdistanê belavkirîye û têde hatîye, ku li roja 24/07/2012 di çarçoveya cihbicihkirina rêkeftina Hewlêrê li 11/07/2012 desteya bilinda Kurdî pêkhat, ku Encumena Gel a rojavaya Kurdistanê û Encumena Niştimanîya Kurd li Sûrîya kombûna yekema xwe encam da.

Her du hêzên serkeîyên Rojavaya Kurdistanê li bajarê Qamîşlo bi hev re kom bûn û li ser rewşa Rojavaya Kurdistanê û pêşhat û guherînên nû yên li Sûrîyê û deverê û herwisa çawanîya aktîvkirina rêkevtinnameya Hewlêrê bi hev re guftûgo kirin. Di dawîya kombûnê jî de her du alîyan beyannameyeke hevbeş belav kirin û tê de ragihandin, ku her du alîyan Desteya Bilinda Kurdî Damezrandine.
Di beyannameyê de basa ewê çendê hatiye kirin, ku kombûna ewan her du alîyan di çarçêweya rêkevtinnameya Hewlêrê ya bin serpireştîya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê de ye.

Herdu alîyan di beyannameya xwe de tekezî li ser pêywîstîya cîbicîkirina rêkevtinnameya Hewlêrê û yekxistina îrade û şîyanên gelê Kurd kirine. Beyannameyê daye xuyakirin, ku kombûn dê berdewam be heta ku gişt komîteyên hevbeş bihên pêkanîn û dest bi akrên xwe bikin.

Her du encûmenên Kurdîyên Rojavaya Kurdistanê herweha ragihandine, ku Desteya Bilinda Kurdî dê kar û çalakîyên her du encûmenan birêve bibe û hemû jî girêdayî biryarên wê dibin.Di beyannameyê de damezrandina Desteya Bilinda Kurdî bi pêngaveke girîng hatiye wesifkirin, ku xizmet bi yekîtîya gelên Sûrîyê û armancên şoreşê û azadîyê dike.

Di beşeke din a evê beyannameyê de, her du alîyên Kurdî tekezî li ser pêywîstîya aştîya civakî li herêma Rojava Kurdistanê di navbera Kurd, Ereb, Suryan, Kild û Aşûrê û ewên din de hatiye kirin.

Nûçeyên têkildar