Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê pîrozbahî li Erdoxan û serkirdayetiya AKPê kir

Bi boneya proseya hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê li 30-3-2014 û serkeftina partiya we bi pileya yekemîn, em bi navê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê xwe li we û endam û alîgirên partiya we (Partiya Dad û Geşepêdanê-AKP) û gelên Tirkiyayê dikin, hêvîdarin desteftên zêdetir li pişt wê destkefta dîmokrasiytê bê, û bibe zemîneyekî din bo dîmokrasiytê û dawî hatin bi aloziyan û gehiştin bi aştiyê û pêşketinên zêdetir di warê aborî û siysî di welatê we de, ku xelkî wî dengê xwe dan aştî û dîmokrasiyetê.
Xwiyaye tevî wan astengî û aloziyên ku berî hilbijartinan hatin pêşya partiya we, bi siysetekî rast û drust we karî pila yekemîn di hilbijartinan de bi dest ve bînin û careke din serokayetiya piraniya şaredariyan di destê xwe de bihêlin.
Bêguman giring e di van demên aloz û pir pirsgirêk ku rastî vê navçeyê hatine, proseyekî dîmokrasî wisa bi awayekî serkeftî birêve biçe, ku ev proseye bibe gavek giring bo armî û pêşketinê li ser asta navxwe û derve, herwiha fakterekî dinî erênî be, bo çareserkirina arîşe û pirsgirêkan û ji wana pirsa Kurd li Tirkiyê, lewre pêwîste zêdetir gavên cidî û dilsozane bên avêtin.
Pêge û rola welatê Tirkiyê li ser asta navçeyê û cîhanê diyar û eşkere ye, û berê siyaseta we bi zêdetir vekirinê re ye, bi taybetî têkeliyên ligel Herêma Kurdistana Iraqê, ku em hêvîdarin ew peywendî û têkelî di hemû aliyekî de bi hêztir bibin û zêdetir pêşbikevin û firehtir bibin ji bo mifa û berjewendiya herdû aliyan, herwiha zêdetir pêşketina têkeliyên aborî û bazirganiyê, ligel pirojeyên veberhênan geşepêdan û avakirinê.
Em hêvîdarin ji niha û pêve bi tevlîbûna hemû aliyan dawî bi pirsgirêk û nexweşî û alozî û kirîzan bê, û pêşeroja aşît û pêşketinê bi temamî çengê xwe bi ser navçeyê de deyne.
Carek din pîrozbahiya me qebûl bikin û her serkeftîbin..
Partiya Demokrat a Kurdistanê
2-4-2014




